İbrahim Atmaca
2019 ж. 13 мамыр•Rojanekirin: 2019 ж. 14 мамыр
Alîkarê Midûrê Şirketa Anonîm a Sanayiya Hilberîna Şekir a Mûşê Ayhan Kangal got ku li bajêr ser nêzî 15 hezar dekarî silq hat danîn.
Kangal li gundê Tabanliyê yê li ser navendê nav zeviyên ku silq lê hatin danîn geriya û bi cotkaran ra hevdîtin kir.
Kangal li vê derê daxuyanî da û diyar kir, ji ber ku li herêmê baran barî danîna silqan dereng ket.

Fabirqe her sal nîvendî 250 milyon lire piştgiriyê dide aboriyê û 300 hezar kes jî jê feydê dibîne. Kangal destnîşan kir, ji ber ku ava berfê û baranê îsal hinek zevî di bin avê da man.
Kangal bi bîr xist ku li herêma Bulanikê lehî rabû û wiha dewam kir:
"Cotkarên me pir dixwazin silqan daynin. Ji bo ku fabirqe dewam bike, bibin perçeyekî fabirqeyê çi ji destê wan tê dikin. Em ê bi cotkaran ra pêvajoyê bimeşînin. Îsal li ser 55 hezar dekarî danîna silqan hat plankirin."
Cotkar Yaşar Tan jî got ku ji ber lehiyê danîna silqan li gor par derengî ket.