Önder Beyter
2019 ж. 13 мамыр•Rojanekirin: 2019 ж. 14 мамыр
Di hesabê miemeleyên carî yên Tirkiyeyê da meha adarê 589 milyon dolar ferq çêbû û ferqa carî ya 12 mehan jî bû 12 milyar û 829 milyon dolar.
Ji aliyê Bankeya Navendî ya Komara Tirkiyeyê (TCMB) va daneyên hevsengiya dahat û lêçûnê ya Adara 2019an hatin ragihandin.
Li gorî vê, ferqa miemeleyên carî di meha adarê da li gorî heman meha sala çûyî 4 milyar û 145 milyon dolar kêm bû û bû 589 milyon dolar. Hewiha di encama vê da jî ferqa miemeleyên carî ya 12 mehan jî berjêrî 12 milyar û 829 milyon dolarî bû.
Ji aliyekî din van jî daneya ferqa carî ya meha sibatê ji 718 milyon dolarî bo 733 milyon dolarî hat revîzekirin. Aborînasên ku beşdarî anketa AA Fînansê bûn jî çaverê dikirin ku di hevsengiya miemeleyên carî da meha adarê 900 milyon dolar ferq çêbibe.