Mîqtarê swapê ya di navbera TCMB û Bankaya Navendî ya Qeterê da hat zêdekirin
Peymana di navbera Bankaya Navendî a Komara Tirkiyeyê (TCMB) û Bankaya Navendî ya Qeterê da di 17ê Tebaxa 2018an da ji bo pevguhertîna pereyan (swap) hatibû îmzekirin, hat guherandin.
Istanbul
Peymana di navbera Bankaya Navendî a Komara Tirkiyeyê (TCMB) û Bankaya Navendî ya Qeterê da di 17ê Tebaxa 2018an da ji bo pevguhertîna pereyan (swap) hatibû îmzekirin, hat guherandin.
TCMByê der barê peymana guherînê ya swapê ya bi Bankaya Navendî ya Qeterê ra hatibû îmzekirin da daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê da hat gotin bihayê peymana swapê ya lireyê Tirkiyeyê ya 5 milyar dolarê Amerîkayê û riyalê Qeterê ya 15 milyar dolarê Amerîkayê teqabûlê lireyê Tirkiyeyê dike û riyalê Qeterê hat zêdekirin.
Hat gotin armanca pevguherandina pereyan ew e ku bazirganiya ku bi pereyên herêmî tê kirin hêsan bibe û piştgiriya îstiqrara aboriya herdu welatan bê kirin.