Ji Wezareta Tenduristiya Qeterê daxuyaniya "Di şewba Kovîd-19ê da em ji zîrweyê bihurîn"
Doha
Wezîra Tenduristiya Qeterê Henan Mihemed el-Kuwariyê ragihand ku di cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da ew ji noqteya zîrweyê derbas bûn.
Kuwariyê di daxuyaniya xwe ya li ser ajansa nûçeyan a Qeterê QNAyê da diyar kir ku di şewbê da ew ji noqteya zîrweyê bihurîn, lê vîrus hê jî li ser tenduristiya gel gefek e.
Kuwariyê bangî gelê Qeterê kir ku mesafeya civakî di serî da pabendî tedbîrên şewbê bin da ku nexweşî belav nebe.
Ji aliyekî din va Wezareta Tenduristiya Qeterê eşkere kir ku li welêt 2 kesên din jî ji ber vîrusê mirin û bi vî awayî hejmara miriyan derket 115an, ya pêketiyan jî bi 915 kesên nû va derket 97 hezar û 3yan.