Türkan Tosun
13 Gulan 2019•Rojanekirin: 14 Gulan 2019
Li piyaseyên navneteweyî warêla nefta brent bi 71 dolarî tê firotin.
Warêla nefta brent roja înê heta 71,23 dolarî zêde bû û roj 70,62 dolarî girt. Îro jî warêla nefta brent ji saet 09.11an pê va ji sedî 0,54 zêde bû û bû 71 dolar. Di heman demê da warêla nefta xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 61,74 dolarî hat firotin.
Pisporan daxuyandin rageşiya bazirganiyê ya di navbera ÇÎn û Amerîkayê tesîreke neyînî li ser daxwaza nefta kurewî dike û ev jî li ser bihayê zextekî çêdike.