Ekip
10 Nîsan 2017•Rojanekirin: 11 Nîsan 2017
BAYBURT
Wezîrê Darayiyê Nacî Agbal ji bo deyndarên bacê mizgîniyeke nû da û got: "Em di dahatên bacê da verastkirineke nû dikin ku nêzîkî 7 milyon û 200 hezar welatiyên me eleqedar dike. Ji ber ku ji tîrmeha 2016an heya adara 2017an yên di wextê xwe da deynê bacê nedane û herwiha çi cezayê trafîqê, çi baca wesayitên bimotor, anku dema em tevî van li bacê din jî mêze dikin, em dibînin ku ev verastkirin 7 milyon û 200 hezar welatiyên me eleqedar dike."
Agbal, li bajarê Bayburtê ji bo rojnamevanan axivî û daxuyaniyên giring dan.
Li ser deyndarên bacê û rakirina faîza li ser deyn Agbal mizgîniyeke din da û wiha agahî parve kir: "Xebata me wê wiha be; welatiyên me yên ku ji hezîrana 2016an pê va serî li qanûna vesazkirinê dane heke xwedî deyn bin û heta adara 2017an deynê wan ê bac û prîmê hebe, emê serlêdanên wan ên berê rojane bikin. Me cara berê ji bo deyndayina pêşîn daxistin kiribû, ew hemû sepanên berê wê di vê heyamê de jî bibin. Ya din jî welatiyên me yên ku beriya hezîrana 2016an deynê wan ê bac û prîmê tunebûn lê piştî tîrmeha 2016an deynê wan çêbûye jî wê bikaribin serî li vê qanûnê bidin. Bi vî awayî emê deynê bacê ya ku qasî 47 milyar lîreyî ji nû ve saz bikin."
Wezîrê Darayiyê Nacî Agbal, der barê fêdeya vê li ser xezîneyê jî wiha axivî:
"Li gor hesabên me li vir maliyeteke 350 milyon lîreyî çêbû. Em niha heta 30yê îlonê vê dirêj dikin. Li gor hesabên me tesîra vê ya li ser dahata bacê net wê bi 800 milyonî be. Ez wisa bawer dikim ku ev daxistinên ku me di qada mobîlya, eşyayên navmalî û avahiyan de kir wê aboriyê zindî bike, îstixdam û hilberînê zêde bike û wê rûyê bazarê bikenîne. Ji ber vê di heyama dawîn de coşa ku dest pê kiribû her ku diçe zêde dibe."
Ewî got ev gava nû 7 milyon û 200 hezar kesî eleqedar dike û wiha pê de çû:
"Em di dahatên bacê da verastkirineke nû dikin ku nêzîkî 7 milyon û 200 hezar welatiyên me eleqedar dike. Ji ber ku ji tîrmeha 2016an heya adara 2017an yên di wextê xwe da deynê bacê nedane û herwiha çi cezayê trafîqê, çi baca wesayitên bimotor, anku dema em tevî van li bacê din jî mêze dikin, em dibînin ku ev verastkirin 7 milyon û 200 hezar welatiyên me eleqedar dike."