Önder Beyter
10 Nîsan 2017•Rojanekirin: 11 Nîsan 2017
DIYARBAKIR
Çêkirina Bendava Sîlwanê ku dê li GAPê piştî Bendava Ataturkê bibe bendava herî mezin a avdanê, digel êrîşên rêxistina terorê PKKyê berdewam e.
Waliyê Diyarbekirê Huseyîn Aksoy û Midûrê Giştî yê Karûbarên Avê ya Dewletê (DSÎ) Murat Acu digel Alîkarê Midûrê Giştî yê DSÎyê Ergun Uzucek, Serokê Daîreya HESê Dînçer Aydogan û Midûrê Herêma 10emîn ê DSÎyê Murat Dagdevîren li şantiyeya Bendava Sîlwanê lêkolîn kirin.
Walî Aksoy di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku Projeya Sîlwanê girîngtirîn yek ji lingên GAPê ye.
Aksoy diyar kir ku dema Projeya Sîlwanê temam bû, wê 305 hezar kes bê îstixdamkirin û herwiha 2 milyon û 351 hezar dekar ax jî were avdan.
Herwisa Aksoy bal kişand ku maliyeta projeyê 6,5 milyar lire ye û piştî kutabûnê jî Projeya Sîlwanê dê di aboriya welat da salane 1,1 milyar lire cihê xwe hebe.