Tirkiye

Xebatên lêgerîna nûçegihanê AAyê cardin dest pê kir

Xebat di roja 4emîn da ji aliyê Trabzon û Bayburtê va di nav kordînasyonê da tên kirin, têlefona Abdulkadîr Nîşanci sînyalê nade

İbrahim Atmaca  | 13.05.2019 - Rojanekırın : 14.05.2019
Xebatên lêgerîna nûçegihanê AAyê cardin dest pê kir

Bayburt

Abdulkadîr Nîşanciyê nûçegihanê AAyê yê Bayburtê dema ku li ser Çiyayê Soganliyê yê navbera Bayburt û Trabzonê xebatên vekirina rê dişopand, li Çivên Derebaşiyê berfa bin lingê wî şiqitî û di zagê da ket. Xebatên lêgerîna Nîşanci cardin dest pê kir.

- Sola nûçegihanê AAyê Abdulkadîr Nîşancî hat dîtin

Ekîbên AFAD û UMKEyê yên Bayburt, Erzirom û Trabzonê, AKUTa Trabzonê, ekîbên noqav ên Midûriya Emniyeta Rîzeyê, tîmên Legerîn û Xelaskirinê yê Cendirmeyên Fermandariya Cendirmeya Erzirom û Rîzeyê, tîmên lêgerîn û xelaskirina binê avê û tîmên lêgerîn û xelaskirinê yên serê çiyê yên Fermandariya Asayîşa Taybet a Cendirmeyê, di sibeha roja 4emîn da xebatan didomînin.

Xebat ji aliyê Trabzon û Bayburtê va di nav kordînasyonê da tên kirin, tîmên lêgerîn û xelaskirina binê avê yên Fermandariya Asayîşa Taybet a Cendirmeyê û noqav, di robara binê newala teng da li Nîşanci digerin.

Ekîb wê îro li deverên ku kifş kirine, têkevin robarê û heta êvarê bixebitin.

Ji aliyekî din va hat ragihandin ku têlefona Abdulkadîr Nîşanci sînyalê nade.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın