Tirkiye

Sola nûçegihanê AAyê Abdulkadîr Nîşancî hat dîtin

Di xebatên ji bo dîtina Abdulkadîr Nîşanciyê nûçegihanê AAyê da sola wî hat dîtin

Türkan Tosun  | 12.05.2019 - Rojanekırın : 13.05.2019
Sola nûçegihanê AAyê Abdulkadîr Nîşancî hat dîtin

Bayburt

Sola Abdulkadîr Nîşanciyê nûçegihanê AAyê yê Bayburtê yê li Çiyayê Soganliyê yê di navbera Bayburt-Trabzonê da xebatên vekirina rê dişopand lê ji ber ku berfa di bin wî da çû xwarê ew jî pê ra ji zinar da çûbû xwarê û wenda bûbû, hat dîtin.

Xebatên lêgerînê serê sibê dîsa dest pê kir.

Tîmên lêgerînê li nêzîkî bajaroka Karaçamê devê çem solek dîtin.

Ji bo ku pê emîn bibin wêneyê solê kişandin û ji malbata Nîşancî ra şandin.

Malbata wî wêne nîşanî jina Nîşancî dan û hat tespîtkirin ku ew sola wî ye.

Tîmên JAK, AFAD, UMKE, JOAK û AKUTê xebatan didomînin.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın