Haydar Şahin
08 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 08 Cotmeh 2016
VAN
Ji 15 mamosteyên di operasyona ku navenda wê Wan e û li 19 bajaran di çarçoveya lêpirsîna li ser hewla derbayê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da hatibûn binçavkirin 10 kes hatin girtin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlekariyê hatin sitandin, di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Wanê rêva dibe da li 19 bajaran operasyona hatibû kirin û di operasyonê da 15 mamoste hatibûn binçavkirin. Karûbarên li ewlekariyê yê şikbaran hat temamkirin.
Ji şikbarên ku sewqî dadgehê kirin 10ê wan bi hinceta "endamtiya rêxistina terorê" hatin girtin û 5 şikbar jî bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.
Di 5ê cotmehê da ji bo derdestkirina 33 mamosteyên ku der heqê wan da biryara girtinê hatibû dayîn li Wan, Manisa, Karabuk, Qeyserî, Îzmir, Burdur, Qirxlarelî, Amasya, Afyonqerehîsar, Stenbol, Enqere, Sakarya, Çorum, Sînop, Ordî, Diyarbekir, Îsparta, Ezircan û Bayburtê operasyon hatibû kirin. Di operasyonê da 15 mamoste hatibûn binçavkirin.