Tirkiye

Xebatên ji bo dîtina nûçegihanê AAyê cardin dest pê kirin

Xebatên ji bo dîtina Abdulkadîr Nîşanciyê nûçegihanê AAyê yê Bayburtê di roja seyemîn da cardin dest pê kirin

Türkan Tosun  | 12.05.2019 - Rojanekırın : 12.05.2019
Xebatên ji bo dîtina nûçegihanê AAyê cardin dest pê kirin

Bayburt

Xebatên ji bo dîtina Abdulkadîr Nîşanciyê nûçegihanê AAyê yê Bayburtê car din dest pê kirin.

Li herêma ku Nîşanci wenda bû ekîbên AFAD, UMKE, cendirme û tenduristiyê ku texmînî ji 210 kesan pêk tê xebatên lêgerîna ku duh navber dabûn cardin dan destpêkirin.

Ji bilî Tîma Bayburtê yên ji Trabzon, Rîze, Erzirom û Gumuşhaneyê hatine jî di nav gelî û bin zinaran da xebatên lêgerîn dikin.

Ji xeynî ekîbên ji Trabzon û Bayburtê hatine xozneberên ku ji Rizeyê hatin jî di nav çêm da xebatên lêgerînê dikin.

Tîmeke ji 12 kesan pêk tê ya girêdayî Fermandariya Asayişa Taybet a Cendirmeyan a ji Enqereyê hatiye jî d nav çem da lêgerînê dike.

Abdulkadîr Nîşanciyê nûçegihanê AAyê duh dema li Çiyayê Soganliyê ku di navbera Bayburt-Trabzonê da ye xebatên vekirina rê dişopand ji ber ku berfa di bin wî da çû xwarê ew jî pê ra ji zinar da çûbû xwarê û wenda bûbû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.