Fatih Gazioğlu
30 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 30 Cotmeh 2017
ANKARA
Erebistana Siûdiyê daxuyanî da û diyar kir "dibe ku kêmderxistina petrolê heta 9 mehên din dewam bike" li ser vê bermîla petrola brent derkete 60,37 dolarî.
Roja înê bermîla petrola brent bi 59,34 dolarî dest bi rojê kiribû û di nav rojê da derketibû 60,63 dolarî. Îro destê sibê jî bermîla pêtrola brent bi 60,71 dolarî dest bi rojê kir û ji saet 09.05an pê va ji sedî 0,57 kêm bû û bû 60,37 dolarî.
Di heman demê da li Teksasa Rojava bermîla petrola xav bi 53,92 dolarî hat firotin.
Erebistana Siûdiyê daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku, "Sala 2018an ji meha adarê pê va dibe ku kêmderxistina petrolê heta 9 mehên din bê dirêjkirin" û piştî vê daxuyaniyê bihayê petrolê zêde bûbû.