Abdullah Tel
27 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 01 Mijdar 2017
ÎDIR
Rişteya li gor tehma herêmê tê çêkirin li Ewropayê wek xwerinên curbecur sifreyan dixemilîne û tê xwarin.
Rişteya li herêmê jinan ji bo zivistanê amade dikir, her şekl û cûreyên wan guherî û bi saya muteşebîsekî îxracî Ewropayê tê kirin.
Nevruz Sadak li Herêma Pîşeya Organîzeyê ya Îdirê fabrîke vekir û tevlî gelek tiştan rişteya li herêmê "jin çêdikin" jî derdixe bazarê.
Rişteyên bifringî, îsot û gelek tehmên din tên çêkirin Îtalya di serî da îxracî welatên Ewropayê tên kirin.

Sadak daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku rişteya Îdirê ya meşhûr ku bi destê jinan tê çêkirin li bazara dinyayê difiroşin û wiha pê da çû: "Em ji bêderê bigir heta ser sifreyê di hemû merheleya amadekirina rişteyê da li gor usûlên herêmî tevdigerin û bi wî awayî amade dikin. Bi taybetî jî jinên bi vî karî zanin û bi salan ev kar kirine bi destê wan rişte tê çêkirin. Ji bo tehma xwe li ber tavê tên ziwakirin û paşê jî em diavêjin firnê."

- "Bi taybetî li ser sifereyê Îtalyayê zêde ye"
Sadak ragihand ku ewilî rişteyan şandina Almanyayê lê wan jî ji wir ew firotin welatên din û niha rişteya li Îdirê tê çêkirin bi taybetî îxracî Îtalyayê dikin.