Haydar Şahin
02 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2020
Bi biryara Serokomar va rêjeya baca KDVyê ya mobîlyayê û bi komî firotina hêk û masiyan ji nû va hat eşkerekirin.
Biryara Serokomar a Li Ser Guherîna Tesbîta Rêjeya Baca KDVyê ya Xizmetê û Malî di Rojnameya Fermî ya mukerer da hat weşandin.
Li gor vê di teslîmata hêkên mirîşkan da rêjeya KDVyê ji sedî 8an daxistin ji sedî 1ê.
Rêjeya KDVyê ya ji bo halên komîfiroşê, amûrên ji şîr tên çêkirin jî ji sedî 8an daxistin ji sedî 1ê.
Bi biryarê KDVya mobîlyayan jî dakete ji sedî 8an. Berê rêjeya KDVya mobîlyayê ji sed, 18 dihat sitandin.