Li Behra Reş ÎHAya ji kontrolê derket, hat daxistin
Ankara
Wezareta Parastinê ya Neteweyî (WPN) ragihand, li Behra Reş wesayîta bêmirov a esmanî (ÎHA) ya ji kontrolê derket, hat daxistin.
Li gor daxuyaniya WPNyê, li Behra Reş, di qada esmanî ya Tirk de rêçek hat tespîtkirin, ev rêç di çarçoveya kontrolên bipergal de hat şopandin.
Di daxuyaniyê de wiha hat dîyarkirin, "Hat tespîtkirin ku rêça navborî ya ÎHAyek e ku ji kontrolê derketiye, ji bo bûyereke neyînî neqewime, li dervayî qada meskûn li devereke ewledar hat daxistin."
