Aborî

Çavê karmendan li reqamên enflasyonê ne

Çavê karmendên dewletê, yên bipeyman û teqawidên ji karmendiyê li reqamên enflasyona meha berfanbarê ne ku dê sibê bên eşkerekirin

Önder Beyter  | 02.01.2020 - Rojanekırın : 03.01.2020
Çavê karmendan li reqamên enflasyonê ne

Ankara

Karmendên dewletê, yên bipeyman û teqawidên ji karmendiyê li benda reqamên enflasyona meha berfanbarê ne ku dê sibê bên eşkerekirin.

Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) daneyên enflasyona meha berfanbarê dê sibê di saet 10.00an da eşkere bike.

Karmendên dewletê ku di çarçoveya peymana komî da di nîvê duyemîn ê sala par da ji sedî 5 zem wergirtin, heger di meha rêbendanê da TUFE wek xwe bimîne û enflasyona mehê jî ji sedî 0,71an zêdetir nekeve, dê ferqa enflasyonê bistînin.

Herwiha di çarçoveya peymana komî da, rêbendana îsal ji sedî 4 zem dê bidin karmendan.

Karmendên dewletê, yên bipeyman, personelê berwext û teqawidên ji karmendiyê dê meaşên xwe yên zemkirî û ferqa enflasyonê 15ê rêbendanê bistînin.

Ji aliyekî din va teqawidên SSK û Bag-Kurê jî meaşên xwe dê li gorî enflasyona 6 mehên sala par, zemkirî bistînin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın