01 Adar 2017•Rojanekirin: 01 Adar 2017
ANKARA
Bihayê warîlek petrola brentê piştî eşkerekirina daneyên stoka DYAyê bû 56 dolar.
Li gor daneyên Enstîtuya Petrolê ya Amerîkayê (API) li DYAyê stokên petrolê 2 milyon û 502 hezar warîl zêde bûn. Texmîna pisporan 2 milyon û 800 hezar warîl bû.
Pispor texmîn dikin ku bihayê petrola brentê wê di navbera 55,50 û 54,55 dolarî de be dîsa tê texmîn kirin ku herî zêde wê derkeve di navbera 56,25 û 57,50 dolarî de.