01 Adar 2017•Rojanekirin: 01 Adar 2017
KARS
Li gundê Hamamliya Sariqamûşa navçeya Qersê tesîsa ku karsaz Yunus Gokcan li 2 hezar û 350 mêtro bilindahiyê bi piştgiriya Dezgeha Piştevaniya Pêşxistina Gundewarî û Çandiniyê (TKDK) va ava kir û li gorî standartên Yekîtiya Ewropayê (YE) hilberîna şîr dike, ji bo hilberîner û veberhênerên herêmê dibe nimûne.
Karsaz Yunus Ozcan li gundê Hamamliya Sariqamûşa ku yek sartirîn û bilindtirîn devereke xwecihî ya Tirkiyeyê ye, li ser 7 hezar û 939 mêtroqare axê tesîsa çêlekên şîr bi qedera milyonek ewroyî ava kir û herwiha ji sedî 65ê lêçûnan jî TKDKyê da.
Ji hêla van taybetiyên xwe va tesîs li deverê yekemîn e û ji ber hindê li herêma ku di nava bernameya navenda cazîbeyê da ye, ji heywandar û veberhênerên ku dixwazin li herêmê veberhênaniyê bikin ra dibe nimûne.
Xwediyê tesîsê Yunus Gokcan di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku wî li herêmê tesîseke evreng modern ava kir û ji heywandarên herêmê ra bû nimûne û wiha dewam kir, "Cotkar û heywandar bi alîkariya hîbeyên ku vê axiriyê distînin va êdî çandinî û heywandariyê bêtir modern û li gorî rêbazên teknîkê dikin."
Gokcan bal kişand ku li herêmê bi belavbûna tesîsên bi vî rengî va herêmê di warê heywandariyê da pir bi pêş bikeve û ev yek jî dê gelekî bi kêrî aboriya herêmê û welat were û wiha got, "Me di 2013an da dest bi sazkirina projeya xwedîkirina 60 serî çêlekên şîr kir û û herwisa me di heman salê da proje kuta kir."
Midûrê Xurek, Çandinî û Heywandariya Parêzgehê Huseyîn Duzgun jî diyar kir ku mîna Tirkiyeyê li seranserê dinyayê çandinî û heywandarî sektoreke girîng e.
Duzgun got ku ew dixwazin bi van projeyan va li Qersê heywandariyê bêtir belav bikin.