01 Adar 2017•Rojanekirin: 02 Adar 2017
ÎSTANBUL
Li gor daneyên Meclisa Îxracatkarên Tirkiyeyê di meha sibatê da îxracat li gor heman meha par ji sedî 5,1 zêde bû û derket 11 milyar û 296 milyon dolarî.
Meclisa Îxrackarên Tirkiyeyê daneyên îxracatê ên sibata 2017an eşkere kir.
Li gor daneyên Meclisa Îxrackarên Tirkiyeyê meha sibatê îxracat li gor heman meha sala par ji sedî 5,1 zêde bû û derket 11 milyar û 296 milyon û 47 hezar dolarî.
Wek mayîn di 12 mehên dawîn da îxracat li gor heman heyama sala par ji sedî 2,6 zêde bû û derket 143 milyar û 218 milyon dolarî.