ANKARA
Wezîrê Karên Derve Davutoglu derbeya Misrê nirxand û anî ziman li Misrê tiştê herî girîng meseleya meşruiyetê ye. Davutoglu daxuyand bi vê derbeyê tê xwestin ku rêber û serokê hereketeke ku li Misrê bi rayeya herî zêde hatiye hilbijartin xeyrîmeşru îlan bikin. Davutoglu destnîşan kir ku rêveberiya ku hatiye hilbijartin ji qada siyasî ya meşru diavêjine derve. Ji vê hêlê ve dişibe 28ê sibata me.
Wezîrê Karên Derve Davutoglu ragihand ku divê ewil li Misrê ji bo Mursî û Partiya Huriyet û Edaletê vegere pêvajoya siyasî, gav bê avêtin û derfet bê dayîn."