Togg li Amerîkayê derkete sahneya dinyayê
Istanbul
Marqeya teknolojiya kurewî ya Tirkiyeyê Togg ya di qada mobîlîteyê da xizmetê dide beşdarî Fuara Elektronîka Xerîdaran a CES 2022yan bû.
Li gor daxuyaniya ji Toggê hat dayîn fikr û milkiyeta vê xizmetê ji sedî sed aîdê Tirkiyeyê ye û ji bo ku marqeyeke kurewî derkeve holê û ekosîstema mobîlîteya Tirkiyeyê bê avakirin ev marqe hatiye çêkirin.
Togg beşdarî fuara CES 2022yan ya li Las Vegasa bajarê Amerîkayê di navbera 5-7ê çileya paşîn da tê lidarxistin bû û nûjenî û xebatên xwe nîşanî dinyayê da.
Toggê ji bilî xebatên teknolojiyê wesayîta konseptê ya bi navê "Transition Concept Smart Device" jî da nasandin.