Zanist û teknolojî

Asteorîteke qerase ya ji Empire Stateyê mezintir wê ji nêzîkî Dinyayê derbas bibe

Saadet Firdevs Aparı  | 06.01.2022 - Rojanekırın : 07.01.2022
Asteorîteke qerase ya ji Empire Stateyê mezintir wê ji nêzîkî Dinyayê derbas bibe

Ankara

Asteorîteke qerase ya dirêjahiya wê kîlomêtroyek e û du qat û nîv ji avahiyê Empire Statea li Amerîkayê mezintir e hefteya bê wê ji nêzîkî Dinyayê derbas bibe.

Li gor nûçeya malpera înternetê ya Science Alertê ev asteroîta di nav "asterotîtên bitalûke" da tê senifandin wê di 18ê çileya paşîn di saet 21.51an da 1,39 milyon kîlomêtro dûrî Dinyayê derbas bibe û wê li Dinyayê neqelibe.

Ev derbasbûn wê bibe sedem ku zanyarên der barê esman da lêkolînan dikin bikaribin der barê astreoîta ji koma Apolloyê ya tîpa wê S ye da zêdetir agahiyan bi dest bixin

Ev astreotîta wek Asteroit (7482) 1994 PC1 tê zanîn di sala1994an da ji hêla astronom Robert McNaught va li Avahiyê Çavdêriyê ya Sîdîng Sprîngê ya li Avustralyayê hatibû kifşkirin.

Herî dawîn ew 89 sal berê di 17ê çileya paşîn a 1933yan da ji nêzîkî Dinyayê derbas bûbû. Tê texmînkirin ew ê careke din di 18ê çileya paşîn a 2105an da derbas bibe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın