Li Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) 80 jê ji Tirkiyeyê bi tevahî 250 şirket beşdarî "Fûara Xurek û Ziraetê ya Navneteweyî ya Erbîlê" bûn.
Berdevkê Hikûmeta HKIFê Sefîn Dîzayî, Serekonsolosê Erbîlê yê Tirkiyeyê Mehmet Akîf Înam, Waliyê Erbîlê Nevzat Hadî û gelek karsaz beşdarî vekirina fûarê bûn.
Dîzayî di xeberdana xwe ya ku li vê derê kir de bal kişand ser ewlehiya li herêmê û wiha dewam kir: "Em di her platformê de dibêjin herêma me ji bo sermayedaniyê cihekî gelek baş û dewlemend e. Em wek hikûmetê alîkariyê didin wan kesên ku li vê derê sermayedaniyê dikin."
Dîzayî destnîşan kir ku li herêmê ewlehî û aramî heye û bi saya vê jî di salên dawî de li Erbîlê gelek fûar hatine lidarxistin.
Fûar hetanî 22yê mijdarê dê dewam bike. Yanî kesên ku bixwazin dikarin hetanî roja înê biçin fûarê.