Zanîngeha Sutçu Îmam a Kahramanmaraşê li ser simaqê lêkolîn kir. Di encama lêkolîn û têzên li ser simaqê hatin kirin de derket holê ku simaq, nahêle xurek mikrobê bigrin. Ji bilî vê, feydeyên simaqê gelek zêde nin, wek antîbakteriyel e û bi xêra simaqê xurek teze dimînin.
Endamê Hîndekariyê yê Endezyariya Fakulteya Xurekan yê Zanîngeha Çanakkale Onsekîz Martê (ZÇOM) Doç. Dr. Gulgun Yildiz Tîryakiyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Tameke pir cuda ya simaqê heye. Dema tê bikaranîn tameke xweş dide xwarinê. Di heman demê de xurekan ji mîkroban diparêze û nahêle xurek xirab bibin."