Helal Expo 2025 ewê fîrmayên kurewî yên xurekê li Stenbolê bicivîne

Istanbul
Helal Expo 2025 ewê fîrmayên kurewî yên xurekê li Stenbolê bicivîne û qada taybet a xwarinê ya H-FOOD, ku dê di çarçoveya fuarê da were vekirin jî, dê di bazirganiyê da ji bo fîrmayên Tirkiyeyê pencereyên nû veke.
Li gorî daxuyaniya Konseya Lûtkeya Helalê ya Cîhanê, ewê 11emîn Lûtkeya Helalê ya Cîhanê ku ekosîstema helal li ser asta cîhanî tîne cem hev û di vî warî da di nav rêxistinên herî giring ên cîhanê da ye, ewê di navbera 26-29ê Mijdarê da li Stenbolê bê lidarxistin.
Di çarçoveya Lûtkeya ku Ajansa Anadoluyê (AA) jê ra Hevkarê Ragihandina Global e, ewê qada taybet a xwarinê ya H-FOOD, ku dê di çarçoveya fuarê da were vekirin, di bazirganiyê da ji bo fîrmayên Tirkiyeyê pencereyên nû veke.
Organîzasyona ku dê li Navenda Fuarê ya Stenbolê bê lidarxistin, dê di serî da hilberîner û xwediyên marqeyan, îtxalatkar û îxracatkar, teknolojiya xurek û lojîstîkê, bi hezaran pisporên pîşesaziyê, li hev bicivîne.
- Tê payîn ku bazara xureka helal ji 5 trilyon dolarî derbas bibe
Her çend tê payîn ku cemawera hedef a di bazara hilberên helal da di salên pêşiya me da bigihêjin 3,6 milyar kesî, lê dîsa jî tê payîn ku mezinbûna bazara xurekê helal a cîhanî, ku niha der dora 2 trilyon dolarî ye, heta sala 2032an ji 5 trilyon dolarî derbas bibe.
Tê destnîşankirin ku fîrmayên Tirkiyeyê yên ku dixwazin di ekosîstema helal a cîhanî da cihêrengiya bazarê zêde bikin û bi fîrmayên cîhanî ra hevkariyên nû ava bikin, dê di siberojê da bigihêjin rekorên hilberînê yên bilindtir.
Bazara xureka helal, ku di demên dawî da bi lez mezin dibe û derfetên nû pêşkêşî şirketan dike, di bazirganiyê da sînorên xwe bi welatên nû ra fireh dike. Di serî da Erebistana Siûdî, Îmarat, Qeter, Kuweyt, Misir, Cezaîr, Mexrib, Endonezya, Malezya, Filistîn, Pakistan, Ozbekistan, Tirkmenistan, Almanya, Rûsya, Bosna Hersek, Belcîka, Macaristan, Romanya, Slovakya, Ukrayna, Birîtanya, Fransa, Nîjerya, Kenya û Afrîkaya Başûr, daxwaza "xurekê helal" a gelek welatan derfetên giring pêşkêşî Tirkiyeyê dike.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.