ANKARA / GÎRESÛN
Wezareta Perwerdeya Neteweyî ji bo parastina "zimanê çûkan" qurs vekir.
Navenda Perwerdeya Gel û Qeymeqemtiya navçeya Çanakçiya Gîresûnê ji bo parastin û hînkirina zimanê çûkan serî li Wezareta Perwerdeya Neteweyî xist. Zimanê fîkê li ber wendabûn û jibîrkirinê ye.
Qeymeqamê Çanakçiyê Mehmet Kara daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku zimanê fîkê zimanekî ragihandinê ye. Hin mirov bi vî zimanî ji dûr ve dikevin têkiliyê û ev 400 sal e ku li Kûşkoyê tê bi kar anîn.
Kara da zanîn ku erdnîgariya Behra Reş herêmeke bi zinar û lat û asê ye. Di serdemên ku çûnûhatin hê pêşneketibû de, li herêmê zimanê çûkan dihat bi kar anîn. Kara danasîna zimanê çûkan wiha kir, "peyvên zimanê rojane yên di nav gund de tên bi kar anîn û bi fîkê tê îfadekirin."
Kara diyar kir ku ji sala 1998an vir ve ji bo danasîna ziman Mîhrîcana Zimanê Çûkan tê lidarxistin, lê belê ev mîhrîcan ji bo danasînê têr nake û wiha dewam kir: "Ji îro pê de wek zimanê perwerdeyê em ê zimanê çûkan hîn bikin. Lewra ku nebe zimanê perwedeyê dê bê jibîrkirin. Ji bo neyê jibîrkirin me jî li navçeyê qursa zimanê çûkan vekir."
- Armanca me ew e ku zimanê çûkan neyê jibîrkirin
Kara got ku dê yek ji bo zarokan û yek jî ji bo mezinan, em ê du qursan veikin û wiha dewam kir: "20-30 sal berê gelek kesan vî zimanî dizanîbûn. Zimanê çûkan roj bi roj tê jibîrkirin. Dibe ku 5 an jî 10 sal bi şûn de tu kes vî zimanî bi kar neyne. Înşellah bi van qursan gelê herêmê dê zimanê çûkan hîn bibin û zimanê çûkan bibe zimanekî mayînde."
- Ji gundiyan kesekî wek hîndekarê hoste hilbijartin
Qeymeqam Kara da zanîn ku li herêmê ezmûnek çêkirine û li gor encama ezmûnê jî kesê ku herî baş zimanê çûkan dizane wek hîndekar hilbijartine û wiha dewam kir: "Me ezmûna ziman çêkir, lê ezmûneke zehf zehmet bû. 8 hosteyên me hebûn. Piştî ezmûneke dijwar me hosteyê herî baş hilbijart."
- Dema herêm hatiye dagirkirin gundiyan zimanê çûkan bi kar aniye
Ji hosteyên ku beşdarî qursên bûn Mûstafa Kose (70) got ku dema Rûsan herêmê dagir kiriye, gundiyan wek zimanê ragihandinê zimanê çûkan bi kar aniye û wiha dewam kir: "Dema leşkerên Rûsan dihatin herêmê me hişyarî dida hev û me digot em xwe radestî wan nekin. Mezinên me ev ji me re vegotin."
Ev ziman herî zêde li navçeyên Eynesîl, Çanakçi û Goreleya Gîresûnê û li navçeyên Tonya, Beşîkduzu, Şalpazariya Trabzonê tê bikaranîn û wek "zimanê çûkan, zimanê fîkê" tê binavkirin.
Kara bi bîr xist ku UNESCOyê zimanê çûkan di Lîsteya Mîrata Çandî ya Neberbiçav a Mirovahiyê de wek berendam nîşan daye û bawerim ku di salên pêş de bikeve lîsteyê.
- Mamosteyê gund jî zimanê çûkan fêr bû
Mamosteyê Dibistana Seretayî ya Mobîl Kûşkoyê Sînan Gundogdû got ku ji gundiyan ew jî hinekî hînî zimanê çûkan bûye û wiha dewam kir: "Dema bi gundiyan re dihatim bal hev ji wan ziman çûkan hîn bûm. Ez ê jî beşdarî qursê bibim. Dixwazim hemû welatî vî zimanî fêr bibin."