ERBÎL
Komîteya amadehiya Konferansa Neteweyî ya Kurdan piştî du mehan sibê li Erbîla bajarê Herêma Kurdistana Iraqa Federalê (HKIF) dê dîsa kom bibe.
Komîteya amadehiya Konferansa Neteweyî ya Kurdan ji 21 kesan pêk tê. Di komîteyê kesên ku nûnertiya Sûriye, Îran, Tirkiye û Iraqê dikin cih digrin. Hat diyarkirin ku di rojeva komîteya amadehiyê de dîsa taloqkirina konferansê heye. Hatibû destnîşankirin ku konferans dê di 25ê vê qanûnê de bê lidarxistin lê ji ber kêmasiya amadehiyên teknîkî dibe ku konferans cara sêyemîn bê taloq kirin.
Endamê Komîteya Amadehiyê û Kordînatorê Însiyatîfa Azadiyê Adem Ozcaner daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji ber kêmasiyên teknîkî dibe ku konferans carek din bê taloqkirin.
Ozcaner destnîşan kir dibe ku li ser roja lidarxistina konferansê carek din bisekinin û wiha dewam kir: "Dibe ku amadehiyên konferansê neqedin. Em ê li ser van tiştan xeberdin. Lazim bû ku Dîwana Serokatiyê amadehiyên xwe yên teknîkî biqedandana. Heke ku ev amadehî temam nebûbin dibe ku carek din konferans bê taloqkirin."
Li ser vê ji Ozcaner hat pirsîn "Gelo cara sêyemîn ev konferans bê paşvexistin dê nebe pirsgirêk?"
Ozcaner bersiv da û got: "Ev tiştên asayî ne. Cara ewil e ku kurd di mijareke wiha de bûne yek. Ev tiştek hêsan nîne û ji bo encama wê jî divê xebat bên kirin. Konferansa Cenevreyê jî ev cara duyemîn e ku tê paşvexistin. Di xebatên wiha navneteweyî de car carna kêmasî derdikevin û ev jî tiştekî asayî ye. Lê vîna niha ji bo lidarxistina konferansê ye."
Ozcaner li ser meseleya ku HKIFê Salih Muslim ji deriyê sînor derbas nekiribû sekinî û diyar kir ku di civînê de dê li ser wê mijarê jî bisekinin.
Endamê Komîteya Amadehiyê û Parlementerê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Husamettîn Zenderlîoglu jî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku kongre dê teqez bê kirin û wiha pê de çû: "Ji ber demê dibe ku hin astengî pêk hatibin lê ev kongre dê teqez bê lidarxistin. Di hilbijartinên ku di 21 Îlonê de li HKIFyê hat kirin, rewşa Sûriyê û dîwarê ku tê lêkirin. Yanî gelek tişt hene lê ev hemû dê xelas bibin. Kurd tên bal hev lê ev rewş hin kesan ditirsîne. Ez ji vê yekê tu tiştekê fehm nakim. Lê vê derê gelek hevdîtin û fikrên cuda dê bên nîqaşkirin."
Parlementera Qersê ya BDPê Mulkiye Bîrtaneyê jî diyar kir ku di civînê de dê li ser amadehiyên ku heta niha hatine kirin bisekinin û wiha dewam kir: "Ji bo nirxandinê ev civîn a ewil e. Lidarxistina konferansê ya di 25ê qanûnê de girêdayî amadehiyên teknîkî ye. Li gor pêşveçûnan em ê li rewşê binêrin."