ERBİL
Sadî Ahmet Pîre, piştî civîna endamên komîteya amadehiyê ya li Salona Kongreyê ya Saad Abdullah, daxuyanîyek da çapemeniyê.
Endamên çapemeniyê gotina Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç ya wekî "em ê ne wek partî ne jî wek hikûmet beşdarî konferansê nebin" bi bîr xistin. Pîre, li ser vê wîha axift: "Me tu vexwendinên fermî li Tirkiyê nekîr û me tu daxuyaniyên fermî jî nedan. Rêz û hurmeta min ji medyaya azad re heye. Lêbelê tu xêra van xebaran ji bo welatê me nîne. Tirkiye qet nehat dawetkirin. Wekî din ji bo beşdarbûna konferansê dewleta Tirk tu daxûyanî nedan. Di vî warî de tu agahî di destê me de tunene."
Pîre, li ser pirsekî der barê mûdaxela Suriyê de wiha got: "Kûrdistan û Iraq cîranên Sûriyê ne. Heger mudaxeleyek li Sûriyê hat kirin, ew jî dê bi îttîfaqa navneteweyî çêbe. Ev şer dê bandorê li me jî bike. Wê demê em ê jî li ser sînorên xwe, tewdîrên hewce bigrin."
Şûna Kûrdan dê Ereban li gundan bi cih bikin
Endamên komîsyonê di rapora xwe da diyar kirin ku piştî koçberiya kurdan, dê ereban li gundên wan bi cih bikin. Di raporê de wiha hat destnîşankirin ku piştî koçberiyê binyata demografîk ya herêmê diguhere. PYD û Eniya Nûsrayê hatin rexnekirin û hat balkişandin ku hêj li herêmê her tişt di destê hêzen rejîma Sûriyê de ye.