TBMM
Wezîrê Parastinê yê Neteweyî Îsmet Yilmaz di Komîsyona Butçe û Planê ya TBMMê de li ser butçeya Wezareta Parastina Neteweyî ya 2014an pêşkêşiyek kir. Yilmaz diyar kir ku artêşa Tirkiyeyê bi hêz e û gelek dewlet jî ji hêla perwerdeya leşkerî ve û di gelek mijarên din de dixwazin bi Tirkiyeyê re hevkariyê bikin.
Yilmaz destnîşan kir ku Tirkiye him bi tena serê xwe û him jî bi rêya saziyên navteweyî ku endamê wan e, bi berfirehî û aştiyane polîtîkayeke ewlehiyê dimeşîne. Ji aliyekî ve yekîtî û serxwebûna xwe diparêze, ji aliyekî ve jî di qada ewlehiyê de têkiliyên xwe yên piralî bi NATO, Yekîtiya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî re didomîne.
Yilmaz der barê xebatên endustriya parastinê de jî axivî û destnîşan kir endustriyeke parastinê ya bihêz perçeyekî Stratejiya Ewlehiyê ya Netweyî ye û wiha peyivî:
"Divê pêwîstiyên hêzên çekdar ên Tirkiyeyê bêyî ku ji aliyê dewletên biyanî ve bên sînorkirin, li welêt bên temînkirin û ev jî ji bo hêzên çekdar girîng e."
Yilmaz bal kişand ku divê li qada endustriya parastinê de qebîliyeta neteweyî pêşkeve û ev jî ji bo ku di bazara navneteweyî de em bibin xwedî hêz şertekî sereke ye û wiha peyivî:
"Di dema hikûmeta me de ji sedî 90î projeyên parastinê bi destê endustriya me pêk hatine. Em encamên vê jî dibînin. Di vê çarçoveyê de endustriya me di projeyên keştiyên şer, tank, helîkopterên êrîşê, balafirên hewayê ya bêmirov, peyk û rokêtan de gihiştiye astekê.
Ji bo pêşerojê armanca me ew e ku li dinyayê di warê endustriya parastinê de em bibin 10emîn. Li gor texmîna me dê di sala 2016an de piştî heyama plana stratejîk a duyemîn a Musteşariya Endustriyê ya Parastinê dê îxracata endustriya parastin û hewayê bigihîne 2 milyar dolar û dê cîroya sektorê jî bibe 8 milyar dolar."