Li herêmê serma zehf zêde ye û bi şev germahî heta 25 pîleyî dikeve binê sifirê û ji ber sermayê gelek çem û avgol diqerisin. Çemê Geverê jî qerisî û digel talûkeya şikestinê bû cihê lîstika zarokan. Zarokên ku ji ber betlanê neçûn dibistanan xwe li ser çemê qerisî kaş kirin û lîstin.
Ji zarokan Fatîh Aslan daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku li ser çemê qerisî dilîzin û ji vê yekê jî gelekî kêf dikin. Aslan got ku em bi zarokên taxê re her roj piştî dibistanê tên vir û xwe kaş dikin. Her çiqas talûkeya wê hebe jî em bi taxûkên ku me bi xwe re tînin xwe kaş dikin û carîna di navbera hev de pêşbaziyan dikin. Dema hewa dicemide jî em agir berdidin û li dora agirê dîlanê digerînin. Bi vî awayî hem germ dibin hem jî ji xwe re li kêfa xwe dinêrin. "
Aslan diyar kir ji ber ku li Geverê navenda kaşûnê tune cihekî din nabînin ku ji xwe re bilîzin, heke tesîseke kaşûnê bê çêkirin dê zarok xwe bi dilê xwe kaş bikin.