VAN
Midûretiya Turîzm û Çandê ya Bajêr, Odeya Bazirganî û Sanayiyê ya Wanê û hin otel û ajansên turîzmê li ser navê wilayeta Wanê beşdarî fuarê bûn.
Waliyê Urmiyeyê, Serokê Odeya Bazirganî û Sanayiyê ya Urmiyeyê, Serokê Lijneya Birêvebiriya Fuarê, Midûrê Giştî yê Fuarê û gelek burokrat beşdarî fuarê bûn. Di fuarê de eleqeyeke mezîn ji bo standên Wanê hebû.
Di standan de CD, nexşe û belavokên ku danasîna Wanê dikirin, hatin belav kirin.