21 Adar 2016•Rojanekirin: 21 Adar 2016
VAN
Li Wanê di operasyona dijî rêxistina terorê da ji 19 kesên binçavkirî 4 kes hatin girtin.
Li gor agahiya ku hat hildan, Serdozgeriya Komarê ya Wanê di çavçoveya jêpirsîna li ser şaxa ciwanan a PKKya rêxistina terorê da li 32 adrêsan operasyon hat kirin û 19 kes hatin binçavkirin. Şikbar sewqî edliyeyê kirin.
Li dozgeriyê piştî jêpirsîna gumanbaran, ew derketin dadgehê. Dadgehê ji ber sûcê "endambûna rêxistina terorê" biryara girtina 4 kesan da. Di nav wan da Hevserokên Bajêr ên DBPê Caziye Duman û Okkeş Kava jî hene. Gumanbarên din hatin berdan.
Li Serokatiya Bajêr a DBPê dokumanên rêxistinî û afîşên terorîstan hat bidestxistin. Duman û Kava ji bo van afîşan gotin: "Em ji qata ku miqamê hevserokatiyê lê ye berpirsiyar in, ji qatên din em berpirsiyar nînin."