Firdevs Bulut Kartal
27 Tebax 2025•Rojanekirin: 28 Tebax 2025
TEKNOFESTa festîvala herî mezin a dinyayê ya hewagerî, feza û teknolojiyê bi temaya "Welatê Şîn" va dê hêza deryayî ya Tirkiyeyê û teknolojiya wê ya di vî warî da nîşanî ciwanan bide.
Rengvedana di deryayê da ya vîzyona Hemleya Teknolojiya Neteweyî dê bi "TEKNOFEST Welatê Şîn" va dê dirûvekî nû werbigire ku di çarçoveya TEKNOFEST 2025an da tê lidarxistin.
Çalakiyên ku dê sibê li Fermandariya Tersaneya Stenbolê dest pê bikin û dê heya 31ê Tebaxê bidomin, dê hezkiriyên teknolojî û pîşesaziya parastinê bi mijara deryavaniyê bicivîne.
Çalakî her wiha dê di 30 û 31ê Tebaxê da ji bo beşariya gel vebe û kesên online qeyda xwe çêkiribin dê bikaribin temaşe bikin.
Tê pêşbînîkirin ku Serokomar Recep Tayyip Erdogan beşdarî çalakiyên roja ewil bibe û axaftinekê bike.