Zanist û teknolojî

Musk, Apple bi binpêkirina antîtrostê, Altman jî Musk bi manîpulekirina algorîtmaya Xê tawanbar kir

Dilara Karataş  | 13.08.2025 - Rojanekırın : 15.08.2025
Musk, Apple bi binpêkirina antîtrostê, Altman jî Musk bi manîpulekirina algorîtmaya Xê tawanbar kir

Ankara

 ​​​​​​​Elon Musk ragihand ku ji ber sedema ku sepanên xAIyê Grok û X di App Storeê da bi beramberî ChatGPTyê bi têra xwe nayên nîşandan û ew ê li dijî Appleê miemeleya hiqûqî bide destpêkirin, Sam Altmanê Rêveberê Payebilind (CEO) ê OpenAIyê jî îdia kir ku Musk algorîtmayên Xê seba berjewendiyên xwe manîpule dike.

Musk di parvekirina xwe ya li ser platforma medyaya civakî ya şirketa Xê ya navenda wê Amerîka ye da îdia kir ku Apple bi tenê pêşaniyê dide sepana ChatGPT ya OpenAIyê û rê li ber reqabetê digire.

Musk wiha got, "Apple bi wî awayî tevdigere ku ji xeynî OpenAIyê tu şirketeke hişê çêkirî di App Storeê da nebe nimro yek. Ev bi eşkereyî binpêkirina antîtorstê ye. xAI dê destxwera miemeleya qanûnî bide destpêkirin."

Sam Altmanê CEOyê OpenAIyê jî di bersiva xwe ya li ser Xê da îdia kir ku Musk platforma Xê, ji bo ku şirket û berjewendiyên xwe derxe pêş, manîpule dike.

Nakokiya di navbera Elon Musk û Sam Altman da ji ber OpenAIê dest pê kir ku di 2015an da bi hev ra ava kiribûn.​​​​​​​

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın