Zanist û teknolojî

TEKNOFEST KKTC wê îro dest pê bike

Tolga Yanık  | 29.04.2025 - Rojanekırın : 01.05.2025
TEKNOFEST KKTC wê îro dest pê bike

Istanbul

 TEKNOFEST KKTC wê di bin çavdêriya Serokomariya Komara Tirk a Qibrisa Bakur (KKTC), Weqfa T3 û Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê da li Balafirgeha Ercanê ya berê ya li Lefkoşayê bê lidarxistin û di 1ê Gulanê da deriyên xwe ji ziyaretvanan ra veke.

Festîvala Hewagerî, Feza û Teknolojiyê (TEKNOFEST) ya ku Ajansa Anadoluyê (AA) jî hevkarê wê yê ragihandina global e, wê di navbera 1-4ê Gulanê da li Balafirgeha Ercanê ya berê bê lidarxistin.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê AAyê bi dest xist, ji 22 welatên cuda ji 47 hezarî zêdetir pêşbazan ji bo TEKNOFEST KKTCyê serlêdan kir.

Di çarçoveya TEKNOFEST KKTCyê da 268 tîm û 1083 endaman heq kirin ku ew bibin fînalîst. Ji fînalîstan 334 kes jin û 749 kes jî mêr in.

Pêşbirk wê di 6 kategoriyên sereke û 13 kategoriyên jêrîn da bên lidarxistin.

Di fînalê da ji 6 welatên cuda (Efxanistan, Azerbeycan, Endonezya, KKTC, Pakistan, Tirkiye) tîm wê bikevin pêşbaziyê.

Ji KKTCyê 20 tîmên fînalê û 103 endamên fînalê wê di pêşbirkan da bikevin pêşbaziyê.

Ziyareta festîvalê wê di navbera saet 09.00-19.00an da çêbibe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.