Zanist û teknolojî

TEKNOFEST li Komara Tirkan ya Qibrîsa Bakur dest pê kir

Tolga Yanık  | 01.05.2025 - Rojanekırın : 02.05.2025
TEKNOFEST li Komara Tirkan ya Qibrîsa Bakur dest pê kir

Lefkoşa

TEKNOFESTa mihrîcana teknolojî, feza û asîmangeriyê li Komara Tirkan ya Qibrîsa Bakur li Balafirgeha Ercanê ya berê, dest pê kir.

TEKNOFEST-Komara Tirkan ya Qibrîsa Bakur, bi hîmayeya Serokomariya Komara Tirkan ya Qibrîsa Bakur, Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê û Weqfa Tîma Teknolojiyê ya Tirkiyeyê, tevî 132 saziyên hevkar tê lidarxistin.

Ajansa Anadoluyê (AA) di mihrîcanê da şirîkê ragihandinê yê global e û gelek şirketên teknolojî, feza û asîmangeriyê beşdar dibin.

TEKNOFEST cara ewil di sala 2018an da dest pê kir ku îsal 2 caran li dervayî welêt bi tevahî cara 11an e tê lidarxistin.

TEKNOFEST-Komara Tirkan ya Qibrîsa Bakur, li ser qadeke 100 hezar mêtrokareyî tê lidarxistin û wê heya 4ê Gulanê jî bidome.

Mihrîcan wê di navbera saet 09.00-19.00an da ji ziyaretvanan ra vekirîbe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.