Kampa Berhemanîna Lîstikan a DIGIAGEyê lîstikhezan dike miteşebis

Izmir
Navenda Anîmasyona Dijîtal û Kombûna Lîstikan a Geliyê Înformatîkê (DIGIAGE) ya ku lîstikhezên lîstikên dijîtal kom dike û derfeta berhemanîna lîstikên nû ji wan ra dabîn dike, bi piştgiriyan va deriyê sektorê li miteşebisên nû vedike.
DIGIAGEyê di kampa berhemanîna lîstikan da ya ku cara ewil li Îzmirê li dar xist, ji 24 parêzgehan 250 berhemhênerên ciwan anîn cem hev.
Di kampê da ya ku Ajansa Anadoluyê "Hevkara Ragihandina Global" a wê ye, teşebisên serketî yên pêşdatir di bin sîwana DIGIAGEyê da pêk hatin, îlham da beşdarên îsal.
Emre Yildizê Dîrektorê DIGIAGEyê ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku kamp ji bo DIGIAGEyê ya nehem, ji bo Îzmirê jî ya yekem e.
Yildiz bal kişand ku îsal ji zêdeyî 40 parêzgehî 800 serlêdan ji bo kampê çêbûn û ji 24 parêzgehan 250 kesên ku ji 50 tîmî pêk tên beşdar bûn û wiha got, "Hedefa me ew e ku em ji bo 6 fîrmayên ku amade ne lîstikên xwe biweşînin, 30 yan jî 50 hezar dolar veberhênana qonaxa pêşwext bikin."
Yildiz destnîşan kir ku di pergala DIGIAGEyê da zêdeyî 50î fîrma hene, van fîrmayan zêdeyî 200 lîstik berhem anîn û her wiha li kampusên Geliyê Înformatîkê yên li Stenbol, Gebze û Îzmirê zêdeyî 400 xebatkarên wan hene.
Kampa Berhemanîna Lîstikan a DIGIAGE 2025an a li kampusa Geliyê Înformatîkê ya li Îzmirê dê di 18ê Nîsanê da bi dawî bibe.