Ekrem Payan,Berat Baştuğ
15 Hezîran 2023•Rojanekirin: 16 Hezîran 2023
Li Îdila navçeya Şirnexê 2 ciwanên ku beriya 2 wenda bûbûn cesedê wan di golê de hat dîtin.
Li gorî agahiyan Îdris Alptekin û Ferhat Şahinên ku bi mebesta çûna Silopiyê ji mala xwe derketin êdî xeber ji wan nehat sitendin.
Malbatên wan rewş bi Rêveberiya Ewlekariyê ve ragihandin.
Piştî xebatekê îxbara wê yekê hat kirin di nava gola Pira Seqlanê de ku bi qasî 5 kîlometroyan dûrî navçeyê ye, cesedê 2 kesan hatiye dîtin.
Ekîban piştî venihêrînê cîgirkirin ku herdu cesed yên Îdris Alptekin û Ferhat Şahin in.
Piştî gerana di nava golê de motorsîkletê wan jî ji golê hatin derxistin.
Cesedê Alptekin û Şahin bi mebesta otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.