ÎSTANBUL
Li gorî daneyên ku fîzîkzanên Zanîngeha Stanfordê ji navendên çavdêriyê yên NASAyê girtin, qada manyetîk ya tavê dê di 4 mehan de berevajî bibe û ev jî dê bandorê li hemû pergala tavê bike. Di encamê de jî dê rewşa hewayê baş bibe.
Sekreterê Giştî yê Komeleya Zanistên Xwezayê Muge Kanay daxuyanî da nûçegîhanê AAyê û got: "11 salan carekê fealiyetên tavê digihêjin asta herî zêde, di wê demê de jî dînemoya manyetîk a di hundirê tavê de xwe ji nû ve serast dike û qada manyetîk û qutûbê diguhere."
Hat diyarkirin ku ev guherîn ji bo tavê pir baş e û piştî vê guherînê hewa dê xweştir bibe.