Di pergala nû ya ku ji hêla Wezareta Perwerdeya Neteweyî hat danîn de ji sala serdema perwerdeya 2013-2014an pê ve ji bo 6 dersên bingehîn di pola 8emîn de dê ji hêla mamosteyan ve ezmûnên serdemî bên kirin û ji wan yek jî dê navendî be û ji hêla wezaretê bê çêkirin.
Di pergala nû ya bicîbûnên di dibistanên navîn de dersên wek fen û teknolojî, matematîk, tirkî, zimanê biyanî, zanyariya çand û exlaqên olî, Tarîxa serdema înqilaban û Atatirkçîtî dê di çarçoveyeke merkezî de bên nirxandin. Ji dersên ku du ezmûnên wan hene ya yekemîn, yên ku sê ezmûnên wan hene jî ezmûna duyemîn dê li navendê bên nirxandin.
Di bicîbûnên dibistanên navîn de ji sedî 30 nîvendiya pûanên salên 6, 7 û 8emîn û ji sedî 70 jî ezmûna ku dê ji hêla navendê ve bê kirin, tesîra xwe hebe.