Rektorê Zanîngeha Mûş Alparslanê Prof. Dr. Nîhat Înanç da zanîn ku tîpên erebî ji bo kurdî guncawtir in û ji bo vê yekê got ku em ê ji vir ha de giraniyê bidin perwerdeya bi alfabeya erebî. Li Zanîngeha Van Yuzuncuyilê Midûrê Enstîtuya Zimanên Zindî Doç. Dr. Vecihî Sonmez jî got ku alfabeya latînî ji bo perwerdeya bi fambarî û hîndariya kurdî guncawtir e. Li Zanîngeha Mêrdîn Artûklûyê Midûrê Enstîtuya Zimanên Zindî Prof. Dr. Kadrî Yildirim jî da zanîn ku nivîskar û rewşenbîrên kurd ji sedî nodê wan bi alfabeya latînî dinivîsin, rêziman û rastnivîsa kurdî jî bi alfabeya latînî kêm û zêde gihiştiye standardekê û her wiha ji bo ku mirov berhemên klasîk ên berê jî bixwîne ne hewce ye ku alfabe biguhere û got ku raya min li ser alfabeya latînî ye.
"Em ê di perwerdeya kurdî de giraniyê bidin alfabeya erebî"
Rektorê Zanîngeha Mûş Alparslanê Prof. Dr. Înanç ev babet ji AAyê re nirxand û got ku ji vir ha de em ê di perwerdeya kurdî de giraniyê bidin alfabeya erebî. Înanç diyar kir ku berhemên klasîk en berê bi alfabeya erebî hatine nivîsandin û îro jî tê revîzekirin û latînîzekirin û wiha axift: "Heke îro hin kes rabin bêjin 'nexêr çavkaniyên kurdî bi erebî nehatine nivîsandin, bi alfabeya erebî hatine nivîsandin" û vê îdia bikin, hin kes wek wek kor û qopekî bêjin; 'Em ê perwerdeyê bi alfebeya latînî bikin" ev yeka pirsgirêka wan e. Lê belê zimanê kurdî heya îro bi alfabeya erebî hatiye nivîsandin. Ji vir ha de Zanîngeha Mûş Alparslanê Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî dê bi alfebeya erebî perwerdeyê zêdetir bike û çavakaniyên resen yên bi alfabeya erebî ya bi kurdî dê bi xwînerena re parve bike."
Înanç got: "Ji bo me ya esas av ji kana wê bê vexwarin ne ji kesê ku belav dike" her wiha da nîşan ku divê beşên Edebiyat û Zimanê Kurdî ji berhemên ku bi alfabeya erebî hatine nivîsandin, sûd werbigire. Înanç got roja ku me ev beş ava kiriye me li vê zanîngehê bi du alfabeyan perwerde daye û wiha axivî: "Lêbelê ez dibêjim ku ji vir ha de alfabeya erebî dê zêdetir belav bibe. Çimkî em dixwazin însanên me bi kana esil re rû bi rû bimîne. Ango bêyî ku yekîdin wan bigihîne zanînê ew bi xwe bi serê xwe biçin û bibînin û bixwînin."
Înanç da zanîn ku ji vê biryara wan belkî hin kes aciz bibin û wiha pê de çû:
"Dibe ku hin kes ji vê yekê aciz bibin, lêbelê ji hêla me ve û ji hêla akademîk ve tu xetereyeke wan tunene. Ev yekana ne di xema me de ne jî. Me li vir ji bo ku fikrên hin kesan bên pesinandin, beşê venekir. Ji vir şûnde em ê wiha dewam bikin. Mîna ku min gotibû, em ê avê ji kana wê vexwin ne ji destê yê ku dikişîne."
Înanç diyar kir ku perwerdeya bi tîpên erebî xurt bibe, dê pêşî li wergerên xelet, îstîmar an jî ew kesên dilnepak yên ku dixwazin di edebiyata kurdî de fikrên xwe bi cih bikin, bigire û wiha axivî: "Kurdî zimanekî wisa ye ku bi tîpên erebî tê nivîsandin û çand û edebiyata wî li ser alfebeya erebî ava bûye. Mesela li Bakurê Îraqê ev alfebe tê bikaranîn. Lê belê em dibînin ku li Tirkiyê alfebeya latînî zêdetir derdikeve pêş. Em zêdetir bi çavkaniyên ku ji tîpên erebî hatine latînîzekirin re rû bi rû dimînin. Lê ya rast ew e ku çavkaniyên bingehîn yên ku bi tîpên erebî hatine nivîsandin in. Mesela Qurana Kerîm bifikirin bi tîpên erebî hatiye nivîsandin. Ji ber wê hûn herî baş bi zimanê erebî dikarin Quranê baş fêhm bikin. Meala wê bixwînin, tesîra wê bixwînin dîsa jî qasê orjînala wê tahmê nade we. Çimk3i Qurana Kerîm bi erebî hatiye nivîsandin nago zimanê resen e."
Înanç da zanîn ku Zanîngeha Mûş Alparslanê li hemberî dîrokê û gelê xwe berpirsiyar e û heya ku ji destê wê bê jî dê pêngavên xwe bavêje. Her wiha dûpat kir ku cara ewil me beşa lîsansê a kurdî vekiriye û di ber de jî perwerdeya lîsansa bilind domandiye. Înanç got ku em wek prensîb li dijî perwerdeya mastira bêtez in, lê li ser daxwaza Wezareta Perwerdehiyê ya Neteweyî ji bo ku hewcedariya mamosteyên kurdî pêk bînin, vê beşê vekirine. Wekî din got ku di salên bê de em ê êd3i tenê mezûnên lîsansa kurdî ji bo mastira kurdî qebûl bikin.
"Bikaranîna alfabeya latînî ji bo fambarî û hîndariya kurdî guncawtir e."
Zanîngeha Van Yuzuncuyilê Midûrê Enstîtuya Zimanên Zindî Doç. Dr. Vecihî Sonmez jî da zanîn ku kurd ji berê de ye ku bi keltûra îslamê re hemaheng bûne û ji zûde ve ye ku xebatên xwe yên edebî û ilmî bi erebî kirine û wiha pê de çû:
"Divê em vê piralfabeyê wel dewlemendiyeke keltûra gelê kurd bibînin û her wiha şert û merc û derfetên ku li gorî demê diguherin jî binçav nekin. Îroroj ji ber tesîra welatên li rojavayê welatê me jî bi alfabeya latînî perwerdeya xwe didomîne û ev yeka kurdên li Tirkiyê mecbûr dihêle ku alfebeya latînî bi kar bînin. Ji bo vê yekê ez di wê qenaatê de me ku alfebeya latînî ji bo fambarî û hînbûna kurdî guncawtir e."
"Devjêberdana alfebeya latînî şaş û bi xeter e"
Zanîngeha Mêrdîn Artûklûyê Midûrê Enstîtuya Zimanên Zindî Prof. Dr. Kadrî Yildirim jî daxuyand ku alfebeya latînî ya ji bo kurdî di sala 1931an de di civînekê de bi biryara Celadet Alî Bedirxan, Hemzeyê Miksî, Ekrem Cemîl Paşa û ji kurdên Şamê Mûsa Bey hatiye qebûlkirin û piştre di çend hejmarên kovara Hawarê de hatiye nasandin û di nivîsê de hatiye bikaranîn. Yildirim got îroroj devjêberdan aalfebeya latînî tevgereke şaş û bi xeter e.
Yildirim da zanîn ku ji rewşenbîr û nivîskarên kurd sedî nod bi alfabeya latînî dinivîsn û got: "Rêziman û rastnivîsa kurdî di vê çarçoveyê de îroj kêm û zêde gihiştiye standardekê." Her wiha Yildirim got ku bernameya me û perwerdeya me bi alfebeya latînî çêdibe û ku ev yeka jî tu muşkîleyek ji me re çênake û wiha axivî:
"Yên ku di perwerdeya kurdî de pêşniyara alfabeya erebî dikin, ji bo tirkî çima deng dernaxin. Heke egera van klasîkên kurdî bin ku dibêjin dê bi tîpên erebî baştir bên fêhmkirin, ev jî nakokiyeke mezin e. Çimkî klasîkên di dema Osmaniyan de bi tevavî bi tîpên erebî hatine nivîsandin. Hem jixwe ji bo fêhmkirina klasîkan ne hewce ye ku mirov alfebeyê biguherîne. Çimkî wek me çawa li zanîngehê alfebeya ku li başûr tê bikaranîn wek dersek xistiye nava mufredatê, ku her kes jî wisa bike jixwe problem li holê namîne. Xwendekar in ku mecbûr bimînin vê dersê li zanîngehê bigirin, dê bi rehetî bikaribin wan berheman bixwînin. Hem jî dikarin xebatên ku li, başûr pêk tên, bişopînin."
Yildirim anî ziman ku der barê guncawbûna alfebeya latînî bo fonetîka zimanê kurdî ne karê akademîsyenên ku hêj nizanin kurdî biaxivin. Ev kar karê zimanzanên ku di vî warî de ked dane ye û axaftina xwe wiha domand:
"Li hin zanîngehan di beşên kurdî de hin akademîsyenên ji beşên wek edebiyat û zimanê erebî û farisî anîne di beşa kurdî de peywir dane wan, ji ber ku ew akademîsyen aşînayê alfabeya latînî nînin di rêziman û rastnivîsa kurdî ya ku bi tîpên latînî hatine çêkirin de dikevin zorê. Ev akademîsyên di şûna ku bi roj û şev bixebitin û hînê vê alfebeya nû bibin de daxwaza alfabeya ku hînî wê bûne dikin. Çimkî ev akademîsyen di dersan de li hemberî xwendekaran dikevin rewşên zor û tên rexnekirin."
Yildirim got ku ne rast me mirov bi mantixeke dînî nêzî meseleya alfabeyê bibe û wiha pê de çû:
"Ew tişta ku di dîn de qîmeta xwe heye şikil nîne mane ye. Mesela yek radibe û bi alfabeya erebî heqaretê li Xwedê bike û yê din jî bi alfabeya latînî pesnê Xwedê bide. Mirovê rabe û bipirse: "Kî ji wan xêr dike kî ji wan guneh?" Ji bo wê ne rast e ku mirov bi çavekî dînî alfabeya erebî û alfabeya latînî binirxîne. Divê şert û mercên cîhanê bê dîtin û rewşa bakur neyê binçavkirin. Çimkî îroj kurdên li başûr jî nîqaşên gelek mezin li ser alfabeyê dikin da ku hêdî hêdî derbasî alfabeya latînî bibin, niha em rabin li ser vê yekê hê jî ibb3jin am alfabeyê biguherînin ev ji korbîniyê pêştir ne tiştek e. Vê gavê divê em li ser alfabeyê nîqaşan nekin li ser hewcedariya di zimanê dayîkê de perwerdehiyê bikin. Çimkî halê hazir tişta ku ji kurdan re lazim e, ev e. Ji ber wê ez bangî beşên kurdî yên li zanîngehê dikim, dib3ejim werin em bi hev re pêşengiya vî karî bikin û bidin xwe û di nav xwe de bicivin, rê li pêşiya vê vekin."
news_share_descriptionsubscription_contact


