24 Sibat 2016•Rojanekirin: 25 Sibat 2016
TBMM
Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala got: "Tu pirsgirêka rêxistina cudaxwaz ya kurdan tuneye, lê pirsgirêka kurdan a PKKê heye. Heke teror nebûya me îro qala reforman dikir."
Ala di Lijneya Giştî ya Meclisê de li ser ravepirsa ku HDPê der heqê wî da de axivî û diyar kir ku terorîst û piştgirên terorê û rêxistinên wê bêîstiqrariya li ser rûyê dinyayê bi taybetî jî ya li ser erdnigariya Rojhilata Navîn xurt dikin û derfetên taybet pêşkêşî wan dike.
- "Rêxistina terorê pergal guhert û çal kola"
Wezîr Ala destnîşan kir ku rûdanên li Iraq û Sûriyeyê diqewimin li çar aliyê dinyayê xwedî tesîr in û li Tirkiyeyê jî herî zêde herêmên nêzî sînoran di bin tesîrê de mane, rêxistinên terorê pergal guhertine, çalan dikolin, barîkata datînin û mekanîzma û teqemeniyan bi cih dikin.
Der heqê rûdanên ku qewimîne dibe hin kes bibêjin "Dema ev tişt diqewimîn dewlet li kê derê bû?" de jî Ala wiha got: "Heta niha me li 8 navçeyan operasyon li dar xist. Cizîr, Silopî, Sûr, Dargêçit, Îdil, Warto û Sîlwan... Barîqat, çalên me girtin 2 hezar 80, mekanîzmayên bombeyan 2 hezar 500, çek, teqemenî, çekên lûledirêj, cebilxane... Lîste wiha dewam dike."
- "Terorîst bila çekên xwe daynin û betonê bi ser de birêjin"
Efkan Ala ragihand ku pirsgirêka rêxistina cudaxwaz ya kurdan tuneye û wiha pê de çû: "Tu pirsgirêka rêxistina cudaxwaz ya kurdan tuneye, lê pirsgirêka kurdan a PKKê heye. Heke teror nebûya me îro qala reforman dikir. Hemû welatî wê ji van reforman îstifade bikin."
Ala got ku welatî ji bo ji wan re xizmet bê kirin rayê didin, karê ku divê şaredarî bikin bi bîr xist û ji qala pereyê ku par ji şaredariyan re hatiye şandin kir û wiha dewam kir: "Şaredarî çi dikin? Çalan dikolin, di romokan de çekan dibin. Em pêwîstiyên ku ji bo vê yekê hewce ne, dikin. 20 serokên şaredariyê ji wezîfeyê hatin dûrxistin, nêzî 60 endamên meclisa bajêr û şaredariyan jî ji wezîfeyê hatin dûrxistin. Ji Denîzliyê re 347 milyon, ji Erziromê re 382 milyon ji Diyarbekirê re 489 milyon û ji Eskîşehirê re jî 329 milyon lire hatiye şandin û lazim e ku ev şaredarî ji xelqê re xizmet bikin."