Nihat Kavşut
17 Sibat 2016•Rojanekirin: 24 Sibat 2016
VAN
Li Wanê komeke çiyager piştî rêwîtiyeke ku 4 saet ajot çûn şikefta cemedê ya li çiyayê Erekê.
Endamên Kulûba Spora Sirûştê ya Wanê derketin ser çiyayê ku 3 hezar û 250 mêtro bilind e û di nav şikefta cemedê ku cembelîkên dirêj tê da hene, geriyan.
Li bajêr bi taybetî zivistanê eleqeyeke mezin ji bo dîtina şikefta cemedê heye.
Endamê lijneya rêvebiriya kulûbê Omer Demez daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku çiyager zivistanê eleqeyeke mezin nîşanî şikefta cemedê didin û wiha xeberda: "Ev gera me him ji bo perwerdeyê ye û him jî ji bo gerê ye. Gelek hevalên me cara ewil şikefta cemedê dîtin."
Ji çiyageran Leyla Helvaciyê jî diyar ku perwerdehî zehf xweş derbas bû û got ku ez vê siporê ji bo her kesî pêşniyaz dikim.