Tirkiye

"Baxê Gulistanê" yê li Keleha Wanê hat nûkirin

Yılmaz Kazandıoğlu  | 16.08.2022 - Rojanekırın : 17.08.2022
"Baxê Gulistanê" yê li Keleha Wanê hat nûkirin

Van

 Şaredariya Îpekyoluyaa Wanê, "Baxê Gulistanê" yê li bakurê Keleha Wanê nû kir.

Li gorî daxuyaniya Şaredariyê, ekîbên Midûriyeta Park û Baxçeyan baxa li rex Tirbeya Ebdurehman Xazî ya ku tê da cinsên gulên nadir jî hene jinûva verast kirin.

Qaymeqam û Wekîlşaredar Îhsan Emre Aydin xebatên kuta bûn kontrol kirin û diyar kir ku bax ji bo parêzgehê xwedî nirxekî dîrokî ye û wiha got, "Baxê ku dê di rojên pêş me da were vekirin bira ji bo hemû hemşehriyên me bixêr be."

Di bax da digel Gula Wanê ya ku di çêkirina rîçal û şerbeta gulan da tê bikaranîn, cinsên gulan ên wekî Xoşab, Tirk, Isparta, Şurûbî, Spî, Pirteqalî-Zer, Bonanza û Qral hene.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın