13 Sibat 2016•Rojanekirin: 14 Sibat 2016
BÎNGOL
Li Solxana navçeya Bîngolê hostayê mermer li ber dikana xwe ji berfê mase, kursî, surahî û îskan çêkir. Esnaf û welatiyên li navçeyê ne jî hemberî hunera hosta ecêpmayî ne û gelek eleqê nîşanî berhemên ji berfê hatine çêkirin didin.
Hostayê mermer Alaattîn Bagsizê 47 salî li ber dikana xwe ji berfê mekanekî wek qehwexaneyê çêkir. Bagsiz bi kêr û bêrê şekil da berfa ku li ber dikana xwe kom kir. Di encama xebatê de hosta li ber dikanê maseyek, li derdora wê 3 kursî, li ser masê 7 îskan û misînek çêkir.
Mekanê ku esnafê cîranê hosta ne navê qehwexaneya li derve lê kirin bala welatiyên ji ber wê derê derbas dibin dikişîne.
Bagsiz diyar kir zivistanê ji ber ku karê wan pir kêm e û hin caran qet tuneye û ji bo xwe mijûl bikin xebateke wiha kirin û wiha dewam kir: "Ciwanên me niha tên wêneyê vê derê dikişînin û ji ser malperên civakî belav dikin. Ez û hevalên xwe li qehwexaneyê rûniştibûn û piştî demekê behna me teng bû me jî biryar da ku em tiştekî wiha bikin. Me bi hev re dest bi kar kir û piştî ku berhema me derket em rûniştin û me çay vexwar. Milet ewilî tinazê xwe bi dikir lê paşê wan jî ev kar ecibandin. Hemû kesên li vê derê hatin li vir wêne kişandin."