12 Sibat 2016•Rojanekirin: 13 Sibat 2016
ŞIRNAK
Li Cizîra navçeya Şirnexê piştî bidawîbûna operasyonên li dijî PKKya rêxistina terorê ji ber ku mizgeftên taxê jî di şer de xisar dîtibûn hin welatiyan nimêja îniyê li kuçeyê eda kirin.
Li navçeyê di 14ê kanûna 2015an de li dijî endamên PKKya rêxistina terorê operasyona ku dest pê kiribû duh bi dawî bû.
Hêzên TSKê û ewlehiyê piştî ku navçeyê xilaskirin teqemeniyên di kuçe, kolan, mizgeft, dibistan û xaniyên li navçeyê de hatine bicihkirin tespît dikin, diteqînin û ji bo kontrolê jî xebat dewam dikin.
Mizgeftên ku ji hêla terorîstan ve hatin texrîpkirin ji bo nimêjkirinê niha nayên bikaranîn û ji ber vê jî hin welatiyên li navçeyê ji bo nimêja îniyê di kuçeyekê de kom bûn. Welatiyan sef girtin, nimêja îniyê eda kirin û paşê jî dia kirin.