13 Nîsan 2017•Rojanekirin: 13 Nîsan 2017
OTTAWA
Chrystia Freelanda Wezîra Karên Derva ya Kanadayê destnîşan kir pergala li Neteweyên Yekbûyî (YE) rê li ber digire failên zilma li Sûriyeyê hesab bidin.
Freelandê piştî Rûsyayê pêşnûmaya biryarê ya Konseya Ewlehiyê ya NYê ya der barê Sûriyeyê da cara 8an red kir daxuyaniya nivîskî da û destnîşan kir ji ber biryarê xemgîn in.
Chrystia Freelandê di daxuyaniya xwe da wiha got: "Kanada di dengdayîna Konseya Ewlehiyê ya NYê da ji ber redkirina Rûsyayê xemgîn e. Ev cara 8an e Rûsya mijara Sûriyeyê red dike. Pergala li NYê rê li ber digire failên zilma li Sûriyeyê hesab bidin. Em ji 15 endaman ji ber biryara erênî ya Misir, Îtalya, Japonya, Senegal, Swêd, Ukrayna, Uruguay, Fransa, Qraltiya Yekbûyî û DYAyê sipas dikin. Em wek Kanada bang li Rûsya û Îrana alîgirên rejima Esed dikin bi civaka navneteweyî ya êrîşa kîmyayî û pergala xirab şermezar dikin ra bên bal hev."