Azat Muhammet
13 Nîsan 2017•Rojanekirin: 13 Nîsan 2017
DIHOK
Fermandeyê Giştî yê Pêşmerge li Şengalê Qasim Şeşo, diyar kir ku ew 500 êzidiyên ji rêxistina terorî PKKyê veqetiyane dê ji aliyên wan ve bên perwerdekirin.
Şeşo, der barê dûrketina kurdên êzidî ji rêzên PKKyê de daxuyanî da peyamnêrê AAyê û diyar kir ku yên ji rêxistinê vediqetin dê ji aliyê Wezareta Pêşmerge ve werin hîmayekirin.
Şeşo got wan dest bi perwerdekirina wan êzidiya kiriye û dê li Bendava Mûsilê û dorûberê wê werin bicihkirin.
Li ser veqetîna kurdên êzidî ji PKKyê Şeşo wiha agahî dan:
"Qonaxa yekem a derxistina PKKyê ji Şengalê ew e ku em êzidiyên çûne nav rêzên PKKyê veqetin. Piştî ku hemû êzidiyan dev ji PKKyê berda derxistina wê ji Şengalê jî asantir dibe. Dema kes ji kurdên êzidî li cem wan nemîne jixwe dê mecbûr bimînin wê derê terk bikin."
Şeşo destnîşan kir ku her rojê bi dehan kes ji rêxistinê vediqetin û xwe dispêrin wan. Şeşo saloxên bîr û qenaetên êzidiyên terka PKKyê kirine wiha da:
"Hemû êzidiyên ku xwe dispêrin Pêşmerge behsa alozî û şerê li Xanesorê dikin. Dibêjin PKKyê em xapandine û ji ber ku gihîştine rêxistine jî poşman in."
Li ser rêjeya veqetîna ji PKKyê jî wiha got:
"Cihê kêfxweşiyê ye ku ji sedî 80ê kurdên êzidî yên ku gihîştibûn PKKyê vegeriyane. Poşman bûne."