İbrahim Atmaca
08 Mijdar 2020•Rojanekirin: 08 Mijdar 2020
Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Murat Kurum diyar kir ku wan piştî erdhejê li navçeya Bayrakliyê xebatên tesbîtkirina xesarê kuta kir û wiha dewam kir: "Li seranserê Îzmirê di 75 hezar û 934 avahiyan da 411 cihên xweser hatin lêkolînkirin. Ji niha va hejmara avahiyên xisareke giran gihîştiye wan û divê bên hilweşandin bû 342, yên xweser jî gihîşt 4 hezar û 350."
Wezîr Kurum li ser kavilên Sîteya Barişê, apartmanên Adalet, Hayatî Bey û Yilmaz Erbek geriya û tedqîqat kirin.
Wezîr Kurum li herêma kavilan daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir ku 9 roj ser erdhejê ra derbas bû û ekîb xebatên xwe didomînin.
Kurum diyar kir ku welatiyên ku di erdhejê da birîndar bûn, tedawiya wan li nexweşxaneyê didome û wiha dewam kir: "24 welatiyên me li nexweşxaneyên me tên tedawîkirin, hemû nexweşên me yên din hatin tabûrcîkirin."
Kurum derheqê xebatên tesbîtkirina xesaran da jî wiha axivî:
"Me xebatên tespîtkirina xisarê ya li navçeya me ya Bayrakliyê temam kir. Li seranserê Îzmirê di 75 hezar û 934 avahiyan da 411 cihên xweser hatin lêkolînkirin. Ji niha va hejmara avahiyên xisareke giran gihîştiye wan û divê bên hilweşandin bû 342, yên xweser jî gihîşt 4 hezar û 350. Ji bo her welatiyê me yê ku avahiyên wan hilweşiyan me 7 herêm diyar kir. Ji bo welatiyên me yên li van 7 herêman herî kêm daîreyek wê bê dayîn. Ji bo welatiyên daîreyên wan zêde hene jî ji qada rezervê bê dayîn emê li cihê wê çareseriyekê bikin."