Barış Kılıç
04 Tebax 2022•Rojanekirin: 05 Tebax 2022
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li ser deweta Serokê Federasyona Rûsyayê Vladimîr Pûtîn sibe dê bi serdaneke rojane here Soçiyê.
Di daxuyaniya Serokatiya Ragihandina Serokomariyê da wiha hat gotin, "Di hevdîtinên ku Birêz Serokomarê me wê bi hevkarên xwe yên Ûris ra bikin da digel têkiliyên Tirkiye-Rûsyayê wê li ser mijarên rojane, kurewî û herêmî fikrên xwe ji hev ra bêjin."